La sourate As-Saff en Kurde
سَبَّحَ لِلَّهِ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ ۖ وَهُوَ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ(1) Tiþtê di asîmanan û tiþtê di zemîn de Xuda (ji her kêmasiyî) pak dêrandine. Serkeftiyê hîkmetdar her ew e |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لِمَ تَقُولُونَ مَا لَا تَفْعَلُونَ(2) Gelî ên bawerî anîne! hûn çima tiþtê nakin dibêjin |
كَبُرَ مَقْتًا عِندَ اللَّهِ أَن تَقُولُوا مَا لَا تَفْعَلُونَ(3) Tiþtê hûn nekin bêjin li cem Xuda hêrsekî pirr mezin radike |
إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الَّذِينَ يُقَاتِلُونَ فِي سَبِيلِهِ صَفًّا كَأَنَّهُم بُنْيَانٌ مَّرْصُوصٌ(4) Bêguman Xuda ji ên ku di rêya wî de qor bi qor þer dikin ku ew her wekî avahiyekî biheve zeliqandî ne hiz dike |
(Di bîr bîne) dema Mûsa ji gelê xwe re got: "Gelê min! hûn çima min diêþînin tevî ku hûn baþ dizanin ku ez pêxemberê Xuda me bal we ve (hatime þandin?)." Vêca çi gava ew (ji rastiyê) fetilîn Xuda jî dilên wan fetiland. Xuda, komelekî ji rêderketî nade ser rêya rast |
Û (di bîr bîne) dema Îsa kurê Meryemê got: "Gelî zariyê Îsraîl! bêguman ez pêxemberê Xuda me bal we ve (hatime þandin) ku rastdêrê Tewrata berî xwe me û mizgînvanim bi pêxemberekî ku navê wî Ehmed e, wê piþtî min were." Vêca çi gava ew bi nîþanên xuya hat, gotin ku: "Evê han efsûneke diyar e |
Ji kesê derewa nebûyî davê ser Xuda tevî ku ew bal Îslamê ve tê vexwendinê sitemkartir kî heye? Xuda, komela sitemkaran nade ser rêya rast |
Ew dixwazin ku ronahiya Xuda bi devên xwe bitefînin. Lê her çend bi kafiran nexweþ be jî wê Xuda ronahiya xwe bitevayî bibe serî |
Ew e ê ku pêxemberê xwe bi rêberî û dînê rastîn þandiye ji bo ku wî her çend bi pûtperestan nexweþ be jî bi ser hemû dînan bixe |
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا هَلْ أَدُلُّكُمْ عَلَىٰ تِجَارَةٍ تُنجِيكُم مِّنْ عَذَابٍ أَلِيمٍ(10) Gelî ên bawerî anîne! ma ez danûsitanek ku we ji ezabekî bi jan xelas bike nîþanî we bidim |
Hûnê bi Xuda û pêxemberê wî bawerî bînin û hûnê bi malên xwe û bi canên xwe di rêya Xuda de cîhadê bikin. Eger hûn bizanbin evê han ji we re çêtir e |
Wê gunehên we ji we re bibexþîne û wê we têxe hin bihiþtên ku çem ji binê wan diherikin û hin ciyên xweþ di bihiþtê Ednê (ciyê xweþ û þên) de. Rizgariya herî mezin eva haye |
وَأُخْرَىٰ تُحِبُّونَهَا ۖ نَصْرٌ مِّنَ اللَّهِ وَفَتْحٌ قَرِيبٌ ۗ وَبَشِّرِ الْمُؤْمِنِينَ(13) Yeka din jî ku hûn jê hiz dikin: yariyek ji Xuda û pîroziyek nêz. Tu mizgîn bide bawermendan |
Gelî ên bawerî anîne! hûn bibin alîkarê Xuda. Çewa ku Îsa kurê Meryemê ji þagirtan re got ku: "Bi alî Xuda ve kî alîkarê min e?" Þagirtan got: "Em alîkarê Xuda ne." Vêca ji zariyê Îsraîl destekî bawerî anî û destekî jî kafir bûn. Vêca me ên bawerî anîn li ser neyarên wan zeximand êdî ew bi ser ketin |
Plus de sourates en Kurde :
Téléchargez la sourate avec la voix des récitants du Coran les plus célèbres :
Téléchargez le fichier mp3 de la sourate As-Saff : choisissez le récitateur pour écouter et télécharger la sourate As-Saff complète en haute qualité.















Donnez-nous une invitation valide