La sourate At-Takwir en Kurde
Gava roj hate pêçandinê, herikî |
وَإِذَا النُّجُومُ انكَدَرَتْ(2) Û gava siterk (ji hev) verişîn ketne xarê |
وَإِذَا الْجِبَالُ سُيِّرَتْ(3) Û gava çîya (ji zemîn bûne leylan) çûn |
وَإِذَا الْعِشَارُ عُطِّلَتْ(4) Û gava dest ji malê civyayî hate berdanê (ya jî gava dest ji wê dema deh meh li ser da borî; gavê zayîna wê hatîye, hate berdanê) |
وَإِذَا الْوُحُوشُ حُشِرَتْ(5) Gava (tarişê) hov hatine civandinê |
وَإِذَا الْبِحَارُ سُجِّرَتْ(6) Û gava avşîn li ser hev da kelîya, tevê hev bû |
وَإِذَا النُّفُوسُ زُوِّجَتْ(7) Û gava can bi hev ra zo dibin |
وَإِذَا الْمَوْءُودَةُ سُئِلَتْ(8) Û gava ji keça hêj bûyî hate pirsînê |
Ji bo çi ewa hatîye kuştinê (bi zindî hatîye çal kirinê) |
وَإِذَا الصُّحُفُ نُشِرَتْ(10) Û gava rûpelên defterên (kirinan) têne vekirinê |
وَإِذَا السَّمَاءُ كُشِطَتْ(11) Û gava rûyê ezman ji dûmanan hate vekirinê |
وَإِذَا الْجَحِيمُ سُعِّرَتْ(12) Û gava doj bi pêtê agir hate pêxistinê |
وَإِذَا الْجَنَّةُ أُزْلِفَتْ(13) Û gava behişt nêzîkê (merivan) bû |
عَلِمَتْ نَفْسٌ مَّا أَحْضَرَتْ(14) Hemî kes dizane, ka (ji bona xwe ra) çi amade kirîye |
فَلَا أُقْسِمُ بِالْخُنَّسِ(15) Ho! ez bi wan (siterkên ku di rojê da) tene veşartinê |
Di şevê da (wekî asan-xezal di guherê xwe da) dicivin |
وَاللَّيْلِ إِذَا عَسْعَسَ(17) Bi wê şevê, gava pişta xwe (daye taritîyê) |
وَالصُّبْحِ إِذَا تَنَفَّسَ(18) Bi wê sibehê gava ruhnaya wê derdikeve û bêhna xwe dide |
إِنَّهُ لَقَوْلُ رَسُولٍ كَرِيمٍ(19) (Sond dixum!) evanê (Muhemmed ji bona we ra dibêje) peyvê qasidekî (Yezdan ê) ku bi rûmet û dilşad e |
ذِي قُوَّةٍ عِندَ ذِي الْعَرْشِ مَكِينٍ(20) Ewa qasida li bal (Yezdan ê) xweyê arşê bi hêz û xweyê cî ye |
Bi gotina wî (qasidê) tê kirinê û ewle ye |
وَمَا صَاحِبُكُم بِمَجْنُونٍ(22) Û hevalê we bi xweber jî tepa ketî nîne |
وَلَقَدْ رَآهُ بِالْأُفُقِ الْمُبِينِ(23) Û bi sond! (Muhemmed) ewa (qasida) li bêlanê bilindê xûyayî da dîtîye |
وَمَا هُوَ عَلَى الْغَيْبِ بِضَنِينٍ(24) Û (Muhemmed) bi xweber jî ji bona (niqandina Qur´an ê bi ne xûyayî) nayê rexnekirinê |
وَمَا هُوَ بِقَوْلِ شَيْطَانٍ رَّجِيمٍ(25) Ewa (Qur´an a) gotina pelîdê deherandî jî nîne |
Îdî bi vira jî ka hûn kuda diçin (û bi çi bawer dikin) |
إِنْ هُوَ إِلَّا ذِكْرٌ لِّلْعَالَمِينَ(27) Ewa (Qur´an a) hey ji bona hamû gerdûnê ra şîretek e |
لِمَن شَاءَ مِنكُمْ أَن يَسْتَقِيمَ(28) Ji bona wî kesê ji we, ku divê xwe rast bike (şîret e) |
وَمَا تَشَاءُونَ إِلَّا أَن يَشَاءَ اللَّهُ رَبُّ الْعَالَمِينَ(29) Hûn bi xweber jî hey tişta Yezdan ê Xuda ê cihanê va ye, dikarin ji bona xwe ra bivên |
Plus de sourates en Kurde :
Téléchargez la sourate avec la voix des récitants du Coran les plus célèbres :
Téléchargez le fichier mp3 de la sourate At-Takwir : choisissez le récitateur pour écouter et télécharger la sourate At-Takwir complète en haute qualité.















Donnez-nous une invitation valide