La sourate Al-Mutaffifin en Kurde
Ewanê ku di keş û pîvandina xwe da kemasî dikin, xwelî li wan be |
الَّذِينَ إِذَا اكْتَالُوا عَلَى النَّاسِ يَسْتَوْفُونَ(2) Ewanan gava tiştekî ji merivan bistînin; pîvandina wî bê kêmasî pêktîn in |
وَإِذَا كَالُوهُمْ أَو وَّزَنُوهُمْ يُخْسِرُونَ(3) Gava ewan ji bona merivan ra bipîvin ya jî bikişîn in; ewan di kêş û pîvandina xwe da kêmasî dikin |
أَلَا يَظُنُّ أُولَٰئِكَ أَنَّهُم مَّبْعُوثُونَ(4) Maqey ewan guman nakin ,ku wê ewanê (ji piştî mirinê) rabin herne civînê |
Ji bona royeke mezin (wê rabin) |
يَوْمَ يَقُومُ النَّاسُ لِرَبِّ الْعَالَمِينَ(6) ku di wê royê da meriv radibe (hijmara kirinê xwe) ji bona Xuda yê cihanê ra (dide) |
كَلَّا إِنَّ كِتَابَ الْفُجَّارِ لَفِي سِجِّينٍ(7) Na! (gotî ewan kêş û pîvanê xwe bi kêmasî nekin) loma bi rastî nivîsara (ki- rinê) gunehkaran di sicîlan da hatîye pêk anînê |
وَمَا أَدْرَاكَ مَا سِجِّينٌ(8) (Muhcmmed!) tu ji ko dizanî ka sicîl çîye |
Ewa (sicîla deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hilda ye |
وَيْلٌ يَوْمَئِذٍ لِّلْمُكَذِّبِينَ(10) Di wê royê da xwelî li derewdêran be |
الَّذِينَ يُكَذِّبُونَ بِيَوْمِ الدِّينِ(11) Ewan (derevdêran) roya xelat û celatan didine derewdêrandinê |
وَمَا يُكَذِّبُ بِهِ إِلَّا كُلُّ مُعْتَدٍ أَثِيمٍ(12) Ewê royê hey ewanê ji tuxûbê xwe borî û gunehkar, didine derewdêrandinê |
إِذَا تُتْلَىٰ عَلَيْهِ آيَاتُنَا قَالَ أَسَاطِيرُ الْأَوَّلِينَ(13) Gava beratenê me ji bona wî ra, tên e xwundinê ewî (aha) gotîye: "Evan çîvanokê berêne |
كَلَّا ۖ بَلْ ۜ رَانَ عَلَىٰ قُلُوبِهِم مَّا كَانُوا يَكْسِبُونَ(14) Na! (bi gotina wan nîne). Lê bi rastî bi sedema keda wane kirî gemarê li ser dilê wan girtîye |
كَلَّا إِنَّهُمْ عَن رَّبِّهِمْ يَوْمَئِذٍ لَّمَحْجُوبُونَ(15) Na! (bi gotina wan nîne, keda wan jî bi tenê nîne) loma bi rastî ewanan di wê royê da ji Xuda yê xwe rûreş in |
ثُمَّ إِنَّهُمْ لَصَالُو الْجَحِيمِ(16) Paşê ewanê li bal doji da bîne avêtinê |
ثُمَّ يُقَالُ هَٰذَا الَّذِي كُنتُم بِهِ تُكَذِّبُونَ(17) Wê hej paş da ji bona wan ra aha bêgotinê: "Ewa tişta ku wê pê bawer ne dikir, eva ye (îdî de ji şapata wê çeşne bikin) |
كَلَّا إِنَّ كِتَابَ الْأَبْرَارِ لَفِي عِلِّيِّينَ(18) Na! (wekî gotina we nîne) loma bi rastî nivîsara kirinê wanê qencîkarê, di jora bilinddan in |
وَمَا أَدْرَاكَ مَا عِلِّيُّونَ(19) (Muhemmed!) tu ji ku dizanî, ka jora bilind çîye |
Ewa (jora bilind deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hildan e |
يَشْهَدُهُ الْمُقَرَّبُونَ(21) Ewan (feriştene) nêzîk, nêhrewanî ya wî dikin |
إِنَّ الْأَبْرَارَ لَفِي نَعِيمٍ(22) Loma bi rastî qencîkar di (behişta) xurekadan in |
عَلَى الْأَرَائِكِ يَنظُرُونَ(23) Li ser kursîyan temaşa dikin |
تَعْرِفُ فِي وُجُوهِهِمْ نَضْرَةَ النَّعِيمِ(24) Tu di rûyê wan da, şopa qencîyan nîyas dikî |
يُسْقَوْنَ مِن رَّحِيقٍ مَّخْتُومٍ(25) Ewan, bi meya devgirtî ye xurî tên e avdanê |
خِتَامُهُ مِسْكٌ ۚ وَفِي ذَٰلِكَ فَلْيَتَنَافَسِ الْمُتَنَافِسُونَ(26) Derxûnê wî miske (ya jî daw ya wê meyê misk e). Îdî bira dexes (di van xelatan da) dexesî bikin |
Pê vexwarina wê (meyî) meya bi nav Tensîm e |
عَيْنًا يَشْرَبُ بِهَا الْمُقَرَّبُونَ(28) Ewa (Tensîm a) kanyeke wusane, ji wê (kanîyê) hey ewanê nêzîkê (Yezdan) vedixun |
إِنَّ الَّذِينَ أَجْرَمُوا كَانُوا مِنَ الَّذِينَ آمَنُوا يَضْحَكُونَ(29) Bi rastî ewanê gunehkarî dikirin hene! Ewanan, bi wanê bawer kiribûn e dikenîyan |
وَإِذَا مَرُّوا بِهِمْ يَتَغَامَزُونَ(30) Gava ewanê (gunehkar) li bal wanê (bawerker da) diborîn li hev mêze dikin çav diniqîn in (bi bawerkeran tinazan dikin) |
وَإِذَا انقَلَبُوا إِلَىٰ أَهْلِهِمُ انقَلَبُوا فَكِهِينَ(31) Û gava (ewan gunehkaran) li bal malînê xwe da zivirîn e, ewan bi xweşî (bawerkeran) di nava xwe da bi ken mijûl dibin |
وَإِذَا رَأَوْهُمْ قَالُوا إِنَّ هَٰؤُلَاءِ لَضَالُّونَ(32) Û gava (ewan gunehkaran, bawerker) dîtin e; ji hev ra (aha) gotin e: "Bi rastî evan (bawerkeran) rêya xwe wunda kirin e |
وَمَا أُرْسِلُوا عَلَيْهِمْ حَافِظِينَ(33) Ewan (gunehkaran dizan in) ku bi dîdevanî li ser wan (bawerkeran) ne hatin e şandinê, ji bo ku ewan biparisîn in |
فَالْيَوْمَ الَّذِينَ آمَنُوا مِنَ الْكُفَّارِ يَضْحَكُونَ(34) Îdî di îro da jî ewanê bawer kirin e hene! ewan (bi wanê gunehkar) di ken in |
عَلَى الْأَرَائِكِ يَنظُرُونَ(35) Ewan (bawerkeran) li ser textegahan (li wan filan) mêze dikin |
هَلْ ثُوِّبَ الْكُفَّارُ مَا كَانُوا يَفْعَلُونَ(36) Çane! (ka mêze bikin) gelo filan gerewa kirinên xweyên dikiribûn e, dîtin e |
Plus de sourates en Kurde :
Téléchargez la sourate avec la voix des récitants du Coran les plus célèbres :
Téléchargez le fichier mp3 de la sourate Al-Mutaffifin : choisissez le récitateur pour écouter et télécharger la sourate Al-Mutaffifin complète en haute qualité.















Donnez-nous une invitation valide