La sourate At-Taghabun en Kurde
Tiþtê di asimana û tiþtê di zemîn de her Xuda pak bêrî didêrin. Mulk ê wî ye. Pesn û sipas her jê re ne. Ew bi her tiþtî dikare |
هُوَ الَّذِي خَلَقَكُمْ فَمِنكُمْ كَافِرٌ وَمِنكُم مُّؤْمِنٌ ۚ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ(2) Ew e ê ku we aferandiye; vêca hin ji we kafir in û hin ji we jî bawermend in. Xuda, tiþtê hûn dikin baþ dibîne |
Asîmana û zemîn bi rastitê aferandiye, û sikûm û rûçik bi we daye vêca sikûm û rûçikên we xweþik çêkiriye. Veger her bal wî ve ye |
Tiþtê di asîmana û zemîn de dizane û tiþtê hûn vediþêrin û tiþtê hûn diyar dikin jî dizane. Xuda zanayê bi veþariyê di singan de ye |
Ma xebera ên berê kafir bûne ji we re nehat ku wan sezayê karê xwe tam kirin. Ji wan re ezabekî bi jan jî heye |
Evê han ji ber ku bi rastî pêxemberên wan bi nîþanên xuya ji wan re hatin vêca wan got ku: "Ma wê mirovekî me bide ser rêya rast?" Vêca ew kafir bûn û rû zivirandin. Xuda (ji wan) bêhewce bû-tu paxevê bi wan nekir. Xuda devlemendê bêhewce hêjayê pesn e |
Ewên kafir bûne, guman kirin ku wê tu car (ji goran) neyên rakirin. Tu bêje ku: "Belê çewa (hûnê neyên rakirin); Bi perwerdekarê xwe kim hûnê her bêne rakirin paþê hûnê bi kirinê xwe bêne haydar kirin. Evê han li ser Xuda pirr hêsan e |
فَآمِنُوا بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ وَالنُّورِ الَّذِي أَنزَلْنَا ۚ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ خَبِيرٌ(8) Nexwe hûn bi Xuda û pêxemberê wî û ronahiya ku daxistiye bawerî bînin. Xuda bi tiþtê hûn dikin kûrzana ye |
Roja ku wê we ji bo roja civîne (roja qiyametê) bicivîne; ew (roja) han roja kar û ziyanê ye. Kî bi Xuda bawerî bîne û karê qenc bike, ewê nepakiyên wî jê bibe û wê wî têxe bihiþtên ku çem ji bînê wan diherikin, wê hertimî hertim tê de bimînin. Rizgariya mezin eva haye |
Ewên kafir bûne û ayetên me derewandine ehlê agir her ewên han in, wê hertimî tê de bimînin. Çi þûnvegerek ne rind e |
Her musîbeta çêbibe hey bi destûra Xuda ye. Kî bi Xuda bawerî bîne wê ew dilê wî bal rastiyê ve rêberî bike.Xuda zanayê bi her tiþtî ye |
Hûn peyrewtiya Xuda û peyrewtiya pêxember bikin. Vêca eger hûn rû bizivrînin êdî bêguman li ser pêxemberê me tenê daxuyandinek aþîkar heye |
اللَّهُ لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ ۚ وَعَلَى اللَّهِ فَلْيَتَوَكَّلِ الْمُؤْمِنُونَ(13) Xuda,ji wî pêve tu Xuda nînin. Êdî bira bawermend her xwe bispêrin Xuda |
Gelî ên bawerî anîne! bêguman hin ji jinên we û zarûkên we ji we re neyar in; vêca hûn xwe ji wan biparêzin. Eger hûn lêbiborin û xweþ bibînin û bibexþînin, êdî bêguman Xuda bexþendekar e dilovan e |
إِنَّمَا أَمْوَالُكُمْ وَأَوْلَادُكُمْ فِتْنَةٌ ۚ وَاللَّهُ عِندَهُ أَجْرٌ عَظِيمٌ(15) Bêguman malên we û zarûyên we ji we re her sihêtî ne. Xuda li balê xelatekî mezin heye |
Vêca hûn biqasî dikarin xwe ji Xuda biparêzin-bitirsin û guhdarî bikin û peyrewtî bikin û ji xwe re qencî bikin. Kî ji çikûsî û timatiya xwe bê parastin êdî ên rizgarbûyî her ewên han in |
Eger hûn deynekî rind bi deyndarî bidin Xuda ewê wî ji we re pirrtir bike û ji we re bibexþîne. Xuda sipaskar e mulayim e |
عَالِمُ الْغَيْبِ وَالشَّهَادَةِ الْعَزِيزُ الْحَكِيمُ(18) Zanayê bi penhan û peyda ye serkeftiyê hîkmetdar e |
Plus de sourates en Kurde :
Téléchargez la sourate avec la voix des récitants du Coran les plus célèbres :
Téléchargez le fichier mp3 de la sourate At-Taghabun : choisissez le récitateur pour écouter et télécharger la sourate At-Taghabun complète en haute qualité.















Donnez-nous une invitation valide