La sourate Al-Fajr en Kurde
وَالْفَجْرِ(1) Bi Segura (sibehê) |
Bi wan deh şevê (bi nev û nîşan) |
(Bi hemî afırandê) zo û kit |
Û bi şevê gava di çe |
هَلْ فِي ذَٰلِكَ قَسَمٌ لِّذِي حِجْرٍ(5) Ji bona xayî hişan ra bi rastî di vane borî da sond û ewletî heye |
أَلَمْ تَرَ كَيْفَ فَعَلَ رَبُّكَ بِعَادٍ(6) Maqey tu nabînî, ku Xuda yê te komalê Ad ça şapat kirîye |
Ewan (komelekî wusa bi hêz bûn) wekî sitûnan bilind bûn |
الَّتِي لَمْ يُخْلَقْ مِثْلُهَا فِي الْبِلَادِ(8) Ewan (komalên wusa bûn e) ku wekî wan tu komal di welatan da ne hatine afirandinê |
وَثَمُودَ الَّذِينَ جَابُوا الصَّخْرَ بِالْوَادِ(9) Û ewan Semûdîne di newalan da, zinar qul dikirin (ji bo ku ji xwe ra xanîyan ava bikin, Xuda yê te ça şapat kirîye) |
وَفِرْعَوْنَ ذِي الْأَوْتَادِ(10) Û (Xuda yê te) Fir´ewn ê xwedîyê hêz û singê jî ça şapat kirîye |
الَّذِينَ طَغَوْا فِي الْبِلَادِ(11) Ewan di welatan da (bi zorbetî) ji ava rû derketibûn |
فَأَكْثَرُوا فِيهَا الْفَسَادَ(12) Îdî ewan di welatan da pir cewr kiribûn e |
فَصَبَّ عَلَيْهِمْ رَبُّكَ سَوْطَ عَذَابٍ(13) Xuda yê te jî, îdî li ser wan da şapatek e zor rijandîye |
إِنَّ رَبَّكَ لَبِالْمِرْصَادِ(14) Loma bi rastî Xuda yê te (di hemû deman da) dîdevanê (bendeyê xwe ye) |
Îdî gava Xuda bivê, ku merivan biceribîn e; ewa merivê, ku Xuda yê wî ji bona wî ra berxudarî dabe (aha) bêje bi rastî Xuda yê min ji min ra qencî kirîye |
وَأَمَّا إِذَا مَا ابْتَلَاهُ فَقَدَرَ عَلَيْهِ رِزْقَهُ فَيَقُولُ رَبِّي أَهَانَنِ(16) Lê gava Xuda yê wî ewî bi ceribîne,îdî rojînê wî kêm bike û bê pêar bike îdî ewa jî (aha) di bêje: "Bi rastî xuda yê min, ez riswa kirime |
كَلَّا ۖ بَل لَّا تُكْرِمُونَ الْيَتِيمَ(17) Na! (bi gotina we nîne) lê hûn (gelî merivan!) rûmeta sêwyan na girin |
وَلَا تَحَاضُّونَ عَلَىٰ طَعَامِ الْمِسْكِينِ(18) Û hûn ji bona xurek dana belengazan helana nadene hev |
وَتَأْكُلُونَ التُّرَاثَ أَكْلًا لَّمًّا(19) Û hûn mîratê qe ji hev naraqetînin, hemî tevê hev dixun |
وَتُحِبُّونَ الْمَالَ حُبًّا جَمًّا(20) Û hûn ji civandina mal pir hez dikin |
كَلَّا إِذَا دُكَّتِ الْأَرْضُ دَكًّا دَكًّا(21) Na! (evan kirinê we rast nînin) gava zemîn hejîya bû toz |
وَجَاءَ رَبُّكَ وَالْمَلَكُ صَفًّا صَفًّا(22) Û (gava) Xuda yê te hat; ferişte bi gargî rêz bûn |
وَجِيءَ يَوْمَئِذٍ بِجَهَنَّمَ ۚ يَوْمَئِذٍ يَتَذَكَّرُ الْإِنسَانُ وَأَنَّىٰ لَهُ الذِّكْرَىٰ(23) Di wê rojê da doj jî hatîye anînê. Di wê rojê da meriv kirinê xwe tîne bîra xwe, îdî (di wê rojê da) bîranîna wî ji bona wî ra wê ça kêrê wî were |
يَقُولُ يَا لَيْتَنِي قَدَّمْتُ لِحَيَاتِي(24) (Di wê gavê da meriv aha) di bêje: "Xwezîka min ji bona vê jîna xwe ra hêj di berê da (qencî) şandibûnan |
فَيَوْمَئِذٍ لَّا يُعَذِّبُ عَذَابَهُ أَحَدٌ(25) Îdî di wê rojê da wekî şapata (Yezdan) qe tu kes şapatê nake |
وَلَا يُوثِقُ وَثَاقَهُ أَحَدٌ(26) Û tu kes jî wekî girêdana (Yezdan) girêdanê nake |
يَا أَيَّتُهَا النَّفْسُ الْمُطْمَئِنَّةُ(27) Gelî canê rawestîyayê hewda î |
ارْجِعِي إِلَىٰ رَبِّكِ رَاضِيَةً مَّرْضِيَّةً(28) Tu li bal Xuda yê xwe da bi qayîlî bizvire |
Îdî tu bikeve nava bendenê minê (xurî) |
Û tu bikeve behişta min |
Plus de sourates en Kurde :
Téléchargez la sourate avec la voix des récitants du Coran les plus célèbres :
Téléchargez le fichier mp3 de la sourate Al-Fajr : choisissez le récitateur pour écouter et télécharger la sourate Al-Fajr complète en haute qualité.















Donnez-nous une invitation valide