سورة الحجر بالكوردية
الر ۚ تِلْكَ آيَاتُ الْكِتَابِ وَقُرْآنٍ مُّبِينٍ(1) R. (Hey Yezdan bi arşa van tîpên ji hevçûyî dizane). Evanan, beratên pirtûk û Qur’ana daveger in |
رُّبَمَا يَوَدُّ الَّذِينَ كَفَرُوا لَوْ كَانُوا مُسْلِمِينَ(2) Gavê werin, ewanê bêne file hene! (Ewanê bêjin:) "Xwezîka em misilman bûna |
ذَرْهُمْ يَأْكُلُوا وَيَتَمَتَّعُوا وَيُلْهِهِمُ الْأَمَلُ ۖ فَسَوْفَ يَعْلَمُونَ(3) (Muhemmed!) Tu dest ji (tekoşîna bi wan ra) berde. Bira ewan bixun û (bi xweşî) bijîn, xwestinê wan ewan didine para da. Îdî di nêzîk da ewanê bizanin (ka paşîya kirinê wan ça ne) |
وَمَا أَهْلَكْنَا مِن قَرْيَةٍ إِلَّا وَلَهَا كِتَابٌ مَّعْلُومٌ(4) Me çiqa rûniştîyên welatekî teşqele kiribin, hey ji bona teşqela wan, danekî diyarî hebûye. (Ya jî, ji wan hey mayîne nivîsarê diyarî mane) |
مَّا تَسْبِقُ مِنْ أُمَّةٍ أَجَلَهَا وَمَا يَسْتَأْخِرُونَ(5) Qe tu kom tune ye, ku ji danê (teşqele dane xwe) borîye, ya jî para da mayî be |
وَقَالُوا يَا أَيُّهَا الَّذِي نُزِّلَ عَلَيْهِ الذِّكْرُ إِنَّكَ لَمَجْنُونٌ(6) Ewan (filan ji bona te ra aha) gotine: "Bi rastî ewê ku (Qur’an) bi ser te da hatîye hinartinê, tu yekî tepaketî yî |
لَّوْ مَا تَأْتِينَا بِالْمَلَائِكَةِ إِن كُنتَ مِنَ الصَّادِقِينَ(7) Heke (bira, tu) di doza xwa da rast î, ka (ji bona rastîya pêxemberîya xwe) ji me ra firişteyên (dîdevan) bîne |
مَا نُنَزِّلُ الْمَلَائِكَةَ إِلَّا بِالْحَقِّ وَمَا كَانُوا إِذًا مُّنظَرِينَ(8) Em hey firiştan (ji bona berewanî û şapatdanê) dihênirin. (Gava firişte werin hinartinê îdî ewanan nikarin) tu tiştî bikin (firişte nahêlin ku ewan çavê xwe vekin) |
إِنَّا نَحْنُ نَزَّلْنَا الذِّكْرَ وَإِنَّا لَهُ لَحَافِظُونَ(9) Bi rastî me (Qur’an) hinartîye, bi rastî em bi xweber jî ji bona (Qur’anê ra) parisvan in |
وَلَقَدْ أَرْسَلْنَا مِن قَبْلِكَ فِي شِيَعِ الْأَوَّلِينَ(10) Û bi sond! Di nava wan komên berya te da, me pêxember şandine |
وَمَا يَأْتِيهِم مِّن رَّسُولٍ إِلَّا كَانُوا بِهِ يَسْتَهْزِئُونَ(11) Çiqa pêxemberek hatibe bal wan, ewan hey bi wî (pêxemberî) tinaz kirine |
كَذَٰلِكَ نَسْلُكُهُ فِي قُلُوبِ الْمُجْرِمِينَ(12) Em bi vî awayî (tinazan) dixine dilê wan ê nûsitemkar |
لَا يُؤْمِنُونَ بِهِ ۖ وَقَدْ خَلَتْ سُنَّةُ الْأَوَّلِينَ(13) Di berya wan da (ewan komalên tinazger) ka me çi bi serê wan da anîbû, borîne (evan şopa wan dibînin jî, disa) bawer nakin |
وَلَوْ فَتَحْنَا عَلَيْهِم بَابًا مِّنَ السَّمَاءِ فَظَلُّوا فِيهِ يَعْرُجُونَ(14) Heke me di ezman da ji bona wan ra derîyek vekirî bûya, ku ewan di wî derî da hevraz derketinan jî (ewan beratan bi çavê xwe bidîtanan) |
لَقَالُوا إِنَّمَا سُكِّرَتْ أَبْصَارُنَا بَلْ نَحْنُ قَوْمٌ مَّسْحُورُونَ(15) (Wê dîsa ewanê) bi gotinan: "Bi rastî çavê me sermest bûye, bi rastî em komelekî wusa nin li me anç hatîyekirinê |
وَلَقَدْ جَعَلْنَا فِي السَّمَاءِ بُرُوجًا وَزَيَّنَّاهَا لِلنَّاظِرِينَ(16) Bi sond! Me di ezman da şûnwarê (wekî koşkan) gerandine, me ewan (şûnwaran) ji bona dîdevanan ra xemilandine |
وَحَفِظْنَاهَا مِن كُلِّ شَيْطَانٍ رَّجِيمٍ(17) Me ewa (ezmana) ji hemî pelîdên deherok dane parisandinê |
إِلَّا مَنِ اسْتَرَقَ السَّمْعَ فَأَتْبَعَهُ شِهَابٌ مُّبِينٌ(18) Ji pêştirê wî pelîd ku bi dizî gohdarî dike, îdî pêtên agirê xûyayî dibine peyrewê wî pelîdî |
Û me zemîn jî raxistîye. Me di nava zemîn da çîyayên dirêj rakutan e. Me hemû tişt di zemîn da bi pîvayî hêşîn kirine |
وَجَعَلْنَا لَكُمْ فِيهَا مَعَايِشَ وَمَن لَّسْتُمْ لَهُ بِرَازِقِينَ(20) Di zemîn da me ji bona we ra û ji bona wan candarên, ku hûn ji wan ra rozîyan nadin (rozîyên) jînê çê kirine |
وَإِن مِّن شَيْءٍ إِلَّا عِندَنَا خَزَائِنُهُ وَمَا نُنَزِّلُهُ إِلَّا بِقَدَرٍ مَّعْلُومٍ(21) Û xezna hemî tiştan hey li bal me ye. Em ewan wekî hewcebûnê hey dihênirin (ji azman û zemîn ji bona jîna we derdixin, wekî ba û bariştan) |
Û me ba, bi kevînî şandîye (ewr civandine) îdî em di jor da aveke wusa dihênirin, em we bi vê avê didine avdanê. We bi xweber jî nikarîye ewa ava bixista cûrnan |
وَإِنَّا لَنَحْنُ نُحْيِي وَنُمِيتُ وَنَحْنُ الْوَارِثُونَ(23) Û bi rastî hey em bi tenê ne jîn û mirin çê dikin. (Ûrta wan hemûyan jî) em bi tenê ne. (Piştî wan, hey em bi tenê dimînin) |
وَلَقَدْ عَلِمْنَا الْمُسْتَقْدِمِينَ مِنكُمْ وَلَقَدْ عَلِمْنَا الْمُسْتَأْخِرِينَ(24) Bi sond! Ewanê ji we yên ku pêş da çûne, me bi wan zanîye. Û bi sond! Ewanê ji we yên ku para tên em bi wan dizanin |
وَإِنَّ رَبَّكَ هُوَ يَحْشُرُهُمْ ۚ إِنَّهُ حَكِيمٌ عَلِيمٌ(25) Û Xudayê te ê (ewan bi rastî we ji bona hijmartina kirinê wan) bicivîne. Bi rastî Xuda bijejkeyê zana ye |
وَلَقَدْ خَلَقْنَا الْإِنسَانَ مِن صَلْصَالٍ مِّنْ حَمَإٍ مَّسْنُونٍ(26) Bi sond! Me meriv ji heryeke ji hev çûyê genîyê qimitî afirandîye |
وَالْجَانَّ خَلَقْنَاهُ مِن قَبْلُ مِن نَّارِ السَّمُومِ(27) Hêj di berê da jî me meçêtir ji agirê bayê germok e afirandîye |
وَإِذْ قَالَ رَبُّكَ لِلْمَلَائِكَةِ إِنِّي خَالِقٌ بَشَرًا مِّن صَلْصَالٍ مِّنْ حَمَإٍ مَّسْنُونٍ(28) Di gavekî da Xudayê te ji bona firiştan ra gotibû: "Bi rastî ezê merivan ji heryekê ji hevçûyî bênketî qimitî biafirînin |
فَإِذَا سَوَّيْتُهُ وَنَفَخْتُ فِيهِ مِن رُّوحِي فَقَعُوا لَهُ سَاجِدِينَ(29) Îdî gava min pêka wî anî û ji canê xwe can berda gewdê wî, heman hûn ji wî ra kunde beherin |
فَسَجَدَ الْمَلَائِكَةُ كُلُّهُمْ أَجْمَعُونَ(30) (Ji piştî afirandina wî) hemî firiştan (ji bona wî ra) kunde birin |
إِلَّا إِبْلِيسَ أَبَىٰ أَن يَكُونَ مَعَ السَّاجِدِينَ(31) Ji pêştirê pelîd; ewî ji bona kundebirinê, xwe da para |
قَالَ يَا إِبْلِيسُ مَا لَكَ أَلَّا تَكُونَ مَعَ السَّاجِدِينَ(32) (Yezdan ji bona wî ra) gotîye: "Çi bûye ji te ra pelîd! Ku tu jî bi wanê kundebir ra ne bûyî |
قَالَ لَمْ أَكُن لِّأَسْجُدَ لِبَشَرٍ خَلَقْتَهُ مِن صَلْصَالٍ مِّنْ حَمَإٍ مَّسْنُونٍ(33) (Pelîd di bersiva Yezdan da) gotîye: "Ezê ça ji bona wî kesê, ku te ewa ji heryekê bênketî qimitîye ji hevçûyî çê kirîye, kunde biherin |
قَالَ فَاخْرُجْ مِنْهَا فَإِنَّكَ رَجِيمٌ(34) (Yezdan ji pelîd ra) gotîye: "Îdî tu ji nava qencîyê min derkebe. Bi rastî tu ji dilovanîya min hatî deherandine |
وَإِنَّ عَلَيْكَ اللَّعْنَةَ إِلَىٰ يَوْمِ الدِّينِ(35) Û heya roya xelat û celatan deherandin li ser te ye |
قَالَ رَبِّ فَأَنظِرْنِي إِلَىٰ يَوْمِ يُبْعَثُونَ(36) (Pelîd beresiv daye) gotîye: "Xudayê min! Heya roya ku ewanê dîsa rabin (ji bona kirinê xwe bêne xelat û celatkirinê, canê min nestîne) li min mêze bike (ka ez çi bi wan dikim) |
قَالَ فَإِنَّكَ مِنَ الْمُنظَرِينَ(37) (Yezdan ji wî ra) dibêje: “Bi rastî ji te ra mecal hate dayînê.” |
إِلَىٰ يَوْمِ الْوَقْتِ الْمَعْلُومِ(38) Heya wî danê roya diyarî |
قَالَ رَبِّ بِمَا أَغْوَيْتَنِي لَأُزَيِّنَنَّ لَهُمْ فِي الْأَرْضِ وَلَأُغْوِيَنَّهُمْ أَجْمَعِينَ(39) (Pelîd ji bona Yezdan ra) dibêje: "Xudayê min! Ji bo ku te ez (bi sedema wan) aziran dime, ezê ji bona wan ra di zemîn da (sikatîyan) bixemilînim û ezê ewan hemûşkan bi azirinim (ewan ji rêya te derxim) |
إِلَّا عِبَادَكَ مِنْهُمُ الْمُخْلَصِينَ(40) Ji pêştirê wan kesên ji wan, ku xurî bendeyên te ne |
قَالَ هَٰذَا صِرَاطٌ عَلَيَّ مُسْتَقِيمٌ(41) (Yezdan ji pelîd ra) gotîye: "(Eva gotina te ye ku tu dibêjî. Ez nikarim bendeyên te yên xurî ji rêya rast derxim." Şixwe ewa) rêya min a rast e |
إِنَّ عِبَادِي لَيْسَ لَكَ عَلَيْهِمْ سُلْطَانٌ إِلَّا مَنِ اتَّبَعَكَ مِنَ الْغَاوِينَ(42) Bi rastî li ser wan bendeyên minê xurî tu hêz ji bona te ra tune ye. Ji pêştirê wanê azirî ku bûne peyrewê te |
وَإِنَّ جَهَنَّمَ لَمَوْعِدُهُمْ أَجْمَعِينَ(43) Bi rastî doj, şûna radawa wan aziryan hemûşkan e |
لَهَا سَبْعَةُ أَبْوَابٍ لِّكُلِّ بَابٍ مِّنْهُمْ جُزْءٌ مَّقْسُومٌ(44) Ji bona dojê ra heft derî hene. Ji bona her yekî ji wan derîyan, pareke ku ji wan hatîye parkirinê, heye |
إِنَّ الْمُتَّقِينَ فِي جَنَّاتٍ وَعُيُونٍ(45) (Ewanê ku xwe ji pelîd parisandine) hene! Ewan di bihişt û kanya da nin |
ادْخُلُوهَا بِسَلَامٍ آمِنِينَ(46) Hûn bi xêlne û bi ewletî bikebine behîştan |
وَنَزَعْنَا مَا فِي صُدُورِهِم مِّنْ غِلٍّ إِخْوَانًا عَلَىٰ سُرُرٍ مُّتَقَابِلِينَ(47) Me dexesîya di singê wan da heyî, rakirîye. Ewan bi biratî li ser textan hemberî hewyane |
لَا يَمَسُّهُمْ فِيهَا نَصَبٌ وَمَا هُم مِّنْهَا بِمُخْرَجِينَ(48) Di wura da westandin bi wan nagire, û ewan ji bihiştê jî nayêne derxistine |
۞ نَبِّئْ عِبَادِي أَنِّي أَنَا الْغَفُورُ الرَّحِيمُ(49) (Muhemmed!) Tu ji bendeyên min ra agahdarî bide; "Bi rastî ez baxişgerî dilovîn im |
وَأَنَّ عَذَابِي هُوَ الْعَذَابُ الْأَلِيمُ(50) Bi rastî şapata min jî şapata dilsoz e |
وَنَبِّئْهُمْ عَن ضَيْفِ إِبْرَاهِيمَ(51) (Muhemmed!) Tu ji wan ra agahdarî ji mêvanê Îbrahîm bide |
إِذْ دَخَلُوا عَلَيْهِ فَقَالُوا سَلَامًا قَالَ إِنَّا مِنكُمْ وَجِلُونَ(52) Gava (ewan mêvanan) ketine bal (Îbrahîm, jê ra aha)gotine: "Selam" (Îbrahîm ji wan ra) gotîye:"Bi rastî em ji we vecinîqîn |
قَالُوا لَا تَوْجَلْ إِنَّا نُبَشِّرُكَ بِغُلَامٍ عَلِيمٍ(53) (Ewa mêvanan ji bona Îbrahîm ra) gotine: "Tu ji me veneciniqe, bi rastî (em hatine) te bi kurekî zana didine mizgîndanê |
قَالَ أَبَشَّرْتُمُونِي عَلَىٰ أَن مَّسَّنِيَ الْكِبَرُ فَبِمَ تُبَشِّرُونَ(54) (Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Ji pişkî kaltî bi min da hatîye, hûnê bi çi îdî mizginî bidine min |
قَالُوا بَشَّرْنَاكَ بِالْحَقِّ فَلَا تَكُن مِّنَ الْقَانِطِينَ(55) (Ewan ji Îbrahîm ra) dibêjin: “Em mizgînî didine te bi rastî tu nebe ji wanê bê hêvî |
قَالَ وَمَن يَقْنَطُ مِن رَّحْمَةِ رَبِّهِ إِلَّا الضَّالُّونَ(56) (Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Ji pêştirê wanê rê derketî tu kes ji dilovanîya Yezdan bê hêvî nabe |
قَالَ فَمَا خَطْبُكُمْ أَيُّهَا الْمُرْسَلُونَ(57) (Ji piştî ku Îbrahîm zanî, ewanê hatî firişte ne; ji wan pirsî) got: "Gelî saîyan! Xwastina we çî ye |
قَالُوا إِنَّا أُرْسِلْنَا إِلَىٰ قَوْمٍ مُّجْرِمِينَ(58) (Ewan saîyan) gotine: "Em li bal komalekî nûsîtemkar da hatine şandinê |
إِلَّا آلَ لُوطٍ إِنَّا لَمُنَجُّوهُمْ أَجْمَعِينَ(59) Ji pêştirê malîyên Lût. Bi rastî emê ewan (malîyên Lût) hemûşkan fereste bikin |
إِلَّا امْرَأَتَهُ قَدَّرْنَا ۙ إِنَّهَا لَمِنَ الْغَابِرِينَ(60) Ji pêştirê jina (Lût) me bi rastî (ewa jinika ji wanê ku di nava teşqalan da dimînin hijmartîye). Bi rastî ewa jinika di teşqele da maye |
فَلَمَّا جَاءَ آلَ لُوطٍ الْمُرْسَلُونَ(61) Îdî gava ewan saîyan hatine bal malîyên Lût |
قَالَ إِنَّكُمْ قَوْمٌ مُّنكَرُونَ(62) (Lût ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî hûn komalekî (wusa ne nîyas in) meriv ji we vediciniqin |
قَالُوا بَلْ جِئْنَاكَ بِمَا كَانُوا فِيهِ يَمْتَرُونَ(63) (Ewan saîyan) gotine: "(Hûn ji me netirsin) me ewa (şapata) ku komalê te, di hatina wê da du dil in, ji te ra anîye |
وَأَتَيْنَاكَ بِالْحَقِّ وَإِنَّا لَصَادِقُونَ(64) Û me bi rastî ewa şapata anîye û em di gotina xwe da jî rast in |
Îdî tu di danekî şevê da malîyên xwe derxe rê û tu jî li pey wan da here, bira tu kes ji we para da mêze neke, cîyê hûn hatine fermandanê, ji bona çûna wêderê, herin wura |
وَقَضَيْنَا إِلَيْهِ ذَٰلِكَ الْأَمْرَ أَنَّ دَابِرَ هَٰؤُلَاءِ مَقْطُوعٌ مُّصْبِحِينَ(66) Û me (li bal Lût da) pêkanîna vê fermanê niqandîye, "Bi rastî poçika wanê di sibehê da hatibe birînê (qe tu kes ji wan namîne) |
وَجَاءَ أَهْلُ الْمَدِينَةِ يَسْتَبْشِرُونَ(67) Û rûniştîyên bajar bi hev ra mizgîna (hatina saîyan) didane hev (direvîyan hatibûne bal mêvanan) |
قَالَ إِنَّ هَٰؤُلَاءِ ضَيْفِي فَلَا تَفْضَحُونِ(68) (Lût ji bajarîyên xwe ra aha) gotîye: "Bi rastî evan mêvanê min in; hûn min bi wan nehetikînin |
وَاتَّقُوا اللَّهَ وَلَا تُخْزُونِ(69) (Çi dibe!) Ji Yezdan bitirsin, hûn min riswa nekin |
قَالُوا أَوَلَمْ نَنْهَكَ عَنِ الْعَالَمِينَ(70) (Bajarîyên Lût jê ra) gotine: "Ma qey me tu ji karê bîyanan ne dabû paradanê (hêj tu têkilê karê wan jî dibî) |
قَالَ هَٰؤُلَاءِ بَنَاتِي إِن كُنتُمْ فَاعِلِينَ(71) (Lût ji bona bajarîyan aha) gotîye: "Heke hûnê tiştekî bikin, evan keçên (minê jinê we ne) havanên |
لَعَمْرُكَ إِنَّهُمْ لَفِي سَكْرَتِهِمْ يَعْمَهُونَ(72) (Lût!) Bi jîna te ewan (komalê te yê file) di mestîya xwe da kor mane |
فَأَخَذَتْهُمُ الصَّيْحَةُ مُشْرِقِينَ(73) Îdî di gava roj derketînê da, dengê hêja zemîn bi wan girt |
فَجَعَلْنَا عَالِيَهَا سَافِلَهَا وَأَمْطَرْنَا عَلَيْهِمْ حِجَارَةً مِّن سِجِّيلٍ(74) Îdî me ewan ser û binê hev kirin û me li ser wan da jana bi nav (xwuryê keviran) barand (ya jî di zemînê wan da me agir da hilkirinê, wusa teqya di hundurê xwe da herya xweye wekî agir avête hewa, ewan wekî çurûskê agir bi ser wan da barîne) |
إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِّلْمُتَوَسِّمِينَ(75) Bi rastî (di vî da) ji bona wanê xwe nîyas ra beratên (sodretî) hene |
وَإِنَّهَا لَبِسَبِيلٍ مُّقِيمٍ(76) Û bi rastî ewa (bajarê wan komalê Lût) li ser rêyeke berê da heyî da ne |
إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً لِّلْمُؤْمِنِينَ(77) Bi rastî ji bona bawergeran ra di vê (bûyerê da) beratên hişhildayî hene |
وَإِن كَانَ أَصْحَابُ الْأَيْكَةِ لَظَالِمِينَ(78) Û bi rastî hevrîyên (Eyketê) zor cewrkar bûne |
فَانتَقَمْنَا مِنْهُمْ وَإِنَّهُمَا لَبِإِمَامٍ مُّبِينٍ(79) Îdî me ji wan jî tol hildane. Ewan herduk (bajarê Lût û bajarê Eyketîyan li ser rê) li ber çavan xûya ne |
وَلَقَدْ كَذَّبَ أَصْحَابُ الْحِجْرِ الْمُرْسَلِينَ(80) Bi sond! Hevrîyên hicrê (şikeft û keviran) jî (pêxember) dane derewdêrandinê |
وَآتَيْنَاهُمْ آيَاتِنَا فَكَانُوا عَنْهَا مُعْرِضِينَ(81) Û me ji wan beratên xwe anîne, îdî ewan ji wan beratan rû fetilandine |
وَكَانُوا يَنْحِتُونَ مِنَ الْجِبَالِ بُيُوتًا آمِنِينَ(82) Ewan di wan çîyan da ji xwe ra xanî bi ewletî dikolan |
فَأَخَذَتْهُمُ الصَّيْحَةُ مُصْبِحِينَ(83) Îdî di danê sibe da dengê (hêja zemîn) bi wan girtîye |
فَمَا أَغْنَىٰ عَنْهُم مَّا كَانُوا يَكْسِبُونَ(84) Ewa (xebata wan e, ku ewan di berê da ji bona ewletîya xwe di çîyan da xanî kola bûn) ewan (ji şapatê) nedane parizandinê |
Me ezman û zemîn û tişta nîveka wan da heyî, hey bi mafî afirandîye (ne ji bona ku ewan rêzikê min hilşînin. Ewanê di hemberê te da derdikebin hene! Emê ji wan tolê hildin) wê ewa roya (rabûna hemûtîyê) were, îdî tu bi wan ra bi qencî derbasî bike |
إِنَّ رَبَّكَ هُوَ الْخَلَّاقُ الْعَلِيمُ(86) Bi rastî Xudayê te pir afirandok û pir zane ye |
وَلَقَدْ آتَيْنَاكَ سَبْعًا مِّنَ الْمَثَانِي وَالْقُرْآنَ الْعَظِيمَ(87) Û bi sond! Me ji zoyan heft parên zo (Fatihe) û bi Qur’ana mezin va, ji te ra anîne |
(Muhemmed!) Tu çavê xwe li bal hinek cotên (ji wan) ku me ewan di cîhanê da (bi zenginî û xweşî dane jînandinê) zoq neke. (Ji bona ku ewan bi te bawer nakin) tu murûz nebe û tu ji bona wanê bawer kirine baskê xwe ber jêr bike (di hemberê wan da mulahîm be) |
وَقُلْ إِنِّي أَنَا النَّذِيرُ الْمُبِينُ(89) Û (Muhemmed!) tu ji wan ra bêje: "Bi rastî ez hey (ji bona we ra hişyarekî) tirsdanê ber çavî me |
كَمَا أَنزَلْنَا عَلَى الْمُقْتَسِمِينَ(90) (Hûn dizanin, heke hûn bawer nekin, wê şapata Yezdanê bi ser we da were) wekî me ça li ser wan (fileyên) parkar da hinartîye |
الَّذِينَ جَعَلُوا الْقُرْآنَ عِضِينَ(91) Ewan (filan in) ku Qur’an parpar kirine (hinekî wê, ku wekî Tewrat û Încîlê ye; litê kirine, ewa para ku wekî Tewrat û Încîlê ne bûye, bi wê bawer ne kirine) |
فَوَرَبِّكَ لَنَسْأَلَنَّهُمْ أَجْمَعِينَ(92) Îdî bi Xudayê te emê ji hemû (keda) wan pirs bikin |
عَمَّا كَانُوا يَعْمَلُونَ(93) Ka ewan çi ked kiribûn |
فَاصْدَعْ بِمَا تُؤْمَرُ وَأَعْرِضْ عَنِ الْمُشْرِكِينَ(94) Îdî tu ça hatî fermankirinê (bê perwa) ewan wusa pêk bîne û tu rû ji wanê hevrîçêker bifetilîne |
إِنَّا كَفَيْنَاكَ الْمُسْتَهْزِئِينَ(95) Bi rastî di hemberê wanê bi te tinazan dikin, em besî te ne |
الَّذِينَ يَجْعَلُونَ مَعَ اللَّهِ إِلَٰهًا آخَرَ ۚ فَسَوْفَ يَعْلَمُونَ(96) Ewanê (tinazan bi te dikin hene!) ewanan ji Yezdan ra hinek xudayên (xweyê) mayî dixne hevrî. Îdî ewanê di nêzîk da bizanin |
وَلَقَدْ نَعْلَمُ أَنَّكَ يَضِيقُ صَدْرُكَ بِمَا يَقُولُونَ(97) Bi sond! Em dizanin, ku dilê te bi gotinê wan teng dibe |
فَسَبِّحْ بِحَمْدِ رَبِّكَ وَكُن مِّنَ السَّاجِدِينَ(98) Îdî tu bi pesindayîna Xudayê xwe, ewî ji kêmasîyan paqij bike û ewanê kunde (ji Xuda ra) dibin hene! Tu bibe ji wan |
وَاعْبُدْ رَبَّكَ حَتَّىٰ يَأْتِيَكَ الْيَقِينُ(99) Û heya mirina te bê, tu perestîya Xudayê xwe bike |
المزيد من السور باللغة الكوردية:
تحميل سورة الحجر بصوت أشهر القراء :
قم باختيار القارئ للاستماع و تحميل سورة الحجر كاملة بجودة عالية
أحمد العجمي
خالد الجليل
سعد الغامدي
سعود الشريم
عبد الباسط
عبد الله الجهني
علي الحذيفي
فارس عباد
ماهر المعيقلي
محمد جبريل
المنشاوي
الحصري
مشاري العفاسي
ناصر القطامي
ياسر الدوسري
Thursday, November 21, 2024
لا تنسنا من دعوة صالحة بظهر الغيب