La sourate Ad-Dukhaan en Kurde
حم(1) Ha, Hîm |
Bi kitêba aþîkar |
إِنَّا أَنزَلْنَاهُ فِي لَيْلَةٍ مُّبَارَكَةٍ ۚ إِنَّا كُنَّا مُنذِرِينَ(3) Bêguman me wê di þevekî pîroz de daxistiye; bêguman em hey hiþyarker in |
فِيهَا يُفْرَقُ كُلُّ أَمْرٍ حَكِيمٍ(4) Her karê hîkmetdar di wê (þevê) de ji hev tê veqetandin |
أَمْرًا مِّنْ عِندِنَا ۚ إِنَّا كُنَّا مُرْسِلِينَ(5) Karekî ji cem me. Bêguman em hey (pêxemberan) diþînin |
رَحْمَةً مِّن رَّبِّكَ ۚ إِنَّهُ هُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ(6) Dilovaniyek ji perwerdekarê te ye. Bêguman ew, sehkirê zana her ew e |
رَبِّ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا ۖ إِن كُنتُم مُّوقِنِينَ(7) Eger hûn ji dil bawer in (ew) perwerdekarê asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de ye |
لَا إِلَٰهَ إِلَّا هُوَ يُحْيِي وَيُمِيتُ ۖ رَبُّكُمْ وَرَبُّ آبَائِكُمُ الْأَوَّلِينَ(8) Ji wî pêve tu Xuda nînin; vedijîne û dimirîne. Perwerdekarê we û perwerdekarê bav û kalên we pêþîn e |
بَلْ هُمْ فِي شَكٍّ يَلْعَبُونَ(9) Ne, ew di dudiliyê de dileyizin-pê tinaza dikin |
فَارْتَقِبْ يَوْمَ تَأْتِي السَّمَاءُ بِدُخَانٍ مُّبِينٍ(10) Êdî tu li benda wê rojê be ku asîman dûyekî xuya tîne |
يَغْشَى النَّاسَ ۖ هَٰذَا عَذَابٌ أَلِيمٌ(11) Ew mirovan radipêçe. Evê han ezabekî bi jan e |
رَّبَّنَا اكْشِفْ عَنَّا الْعَذَابَ إِنَّا مُؤْمِنُونَ(12) (Gotin:) "Perwerdekarê me! tu ezab ji me rake, bêguman em bawermend in |
أَنَّىٰ لَهُمُ الذِّكْرَىٰ وَقَدْ جَاءَهُمْ رَسُولٌ مُّبِينٌ(13) Çewa ew þîret digrin, tevî ku pêxemberek xuya ji wan re hatiye |
ثُمَّ تَوَلَّوْا عَنْهُ وَقَالُوا مُعَلَّمٌ مَّجْنُونٌ(14) Paþê wan jê rû zivirand û gotin ku: "Hînbûyekî dîn e |
إِنَّا كَاشِفُو الْعَذَابِ قَلِيلًا ۚ إِنَّكُمْ عَائِدُونَ(15) Bêguman emê hinekî ezab rakin, bi rastî hûnê (dîsa) vegerin |
يَوْمَ نَبْطِشُ الْبَطْشَةَ الْكُبْرَىٰ إِنَّا مُنتَقِمُونَ(16) (Di bîr bîne) roja ku emê bi girtina herî mezin (wan) bigrin; bêguman em heyfsitan in |
۞ وَلَقَدْ فَتَنَّا قَبْلَهُمْ قَوْمَ فِرْعَوْنَ وَجَاءَهُمْ رَسُولٌ كَرِيمٌ(17) Sond be me berî wan komela Fir´ewn jî sihêtî kir û pêxemberek birûmet ji wan re hat |
أَنْ أَدُّوا إِلَيَّ عِبَادَ اللَّهِ ۖ إِنِّي لَكُمْ رَسُولٌ أَمِينٌ(18) (Û gote wan:) "Ku divê hûn bendeyên Xuda (zariye Îsraîl) bispêrin min. Bêguman ez ji we re pêxemberek pêbawer im |
وَأَن لَّا تَعْلُوا عَلَى اللَّهِ ۖ إِنِّي آتِيكُم بِسُلْطَانٍ مُّبِينٍ(19) Û ji bo ku hûn nebûya navên ser Xuda-li hember wî ranebin. Bêguman min ji we re delîlek xuya aniye |
وَإِنِّي عُذْتُ بِرَبِّي وَرَبِّكُمْ أَن تَرْجُمُونِ(20) Û bi rastî min xwe avêtiye perwerdekarê xwe û perwerdekarê we ku hûn min kevirbaran nekin |
وَإِن لَّمْ تُؤْمِنُوا لِي فَاعْتَزِلُونِ(21) Eger hûn ji min bawer nekin jî, êdî hûn dev ji min berdin |
فَدَعَا رَبَّهُ أَنَّ هَٰؤُلَاءِ قَوْمٌ مُّجْرِمُونَ(22) Vêca gazî perwerdekarê xwe kir ku: "Bêguman evên han komelekî sûcdarên gunehkar in |
فَأَسْرِ بِعِبَادِي لَيْلًا إِنَّكُم مُّتَّبَعُونَ(23) Vêca (Xuda gotê ku:) "Tu bi þev bi bendeyên min re bi rê keve; bêguman hûnê bêne peyketin |
وَاتْرُكِ الْبَحْرَ رَهْوًا ۖ إِنَّهُمْ جُندٌ مُّغْرَقُونَ(24) Û tu deryayê hêdî bihêle û here. Lewra bêguman ew leþkerekî fetisandî ne |
كَمْ تَرَكُوا مِن جَنَّاتٍ وَعُيُونٍ(25) Wan çiqas bax û baxçe û kanî (li pey xwe) hiþt |
وَزُرُوعٍ وَمَقَامٍ كَرِيمٍ(26) Û gellek zevî û ciyên rind |
وَنَعْمَةٍ كَانُوا فِيهَا فَاكِهِينَ(27) Û xweþiyên ku ew tê de kêfxweþ bûn |
كَذَٰلِكَ ۖ وَأَوْرَثْنَاهَا قَوْمًا آخَرِينَ(28) Me komelekî din wuha kir mîratxwirên wan |
فَمَا بَكَتْ عَلَيْهِمُ السَّمَاءُ وَالْأَرْضُ وَمَا كَانُوا مُنظَرِينَ(29) Vêca ne asîman li ser wan giriya û ne jî zemîn, û li benda wan jî nehate mayîn |
وَلَقَدْ نَجَّيْنَا بَنِي إِسْرَائِيلَ مِنَ الْعَذَابِ الْمُهِينِ(30) Sond be, me zariyê Îsraîl ji ezabê riswaker rizgar kir |
مِن فِرْعَوْنَ ۚ إِنَّهُ كَانَ عَالِيًا مِّنَ الْمُسْرِفِينَ(31) Ji Fir´ewn Lewra bêguman ew zordarekî ji hedderketiyan bû |
وَلَقَدِ اخْتَرْنَاهُمْ عَلَىٰ عِلْمٍ عَلَى الْعَالَمِينَ(32) Sond be, me wan bi zanîn di ser gelê cîhanê re girt-hilbijart |
وَآتَيْنَاهُم مِّنَ الْآيَاتِ مَا فِيهِ بَلَاءٌ مُّبِينٌ(33) Û me hin nîþanan da wan ku tê de xweþîkî xuya hebû |
إِنَّ هَٰؤُلَاءِ لَيَقُولُونَ(34) Bêguman evên han dibêjin |
إِنْ هِيَ إِلَّا مَوْتَتُنَا الْأُولَىٰ وَمَا نَحْنُ بِمُنشَرِينَ(35) Ku ji mirina me ya pêþîn pêve tu tiþt nêne û em (piþtî mirinê jî) nayên rakirin |
فَأْتُوا بِآبَائِنَا إِن كُنتُمْ صَادِقِينَ(36) Vêca eger hûn bera rastgo ne de ka bav û kalên me bînin |
Ma ew çêtir in (bihêztir in) yan komela Tubbe´ , û ên berî wan ku me wan têk bir. Lewra bêguman ew sûcdarên gunehkar bûn |
وَمَا خَلَقْنَا السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ وَمَا بَيْنَهُمَا لَاعِبِينَ(38) Me asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de bi leystik neaferandiye |
مَا خَلَقْنَاهُمَا إِلَّا بِالْحَقِّ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَهُمْ لَا يَعْلَمُونَ(39) Me wan her bi rastiyê aferandiye, lê belê pirrî wan nizanin |
إِنَّ يَوْمَ الْفَصْلِ مِيقَاتُهُمْ أَجْمَعِينَ(40) Bêguman roja ji hev veqetandinê wextê wada wan teva ye |
يَوْمَ لَا يُغْنِي مَوْلًى عَن مَّوْلًى شَيْئًا وَلَا هُمْ يُنصَرُونَ(41) Roja ku tu merivê nêz bi kêra merivê xwe nayê û ew neyên yarî kirin jî |
إِلَّا مَن رَّحِمَ اللَّهُ ۚ إِنَّهُ هُوَ الْعَزِيزُ الرَّحِيمُ(42) Ji pêþtirê ê ku Xuda lê dilovanî kiribe. Lewra bêguman ew, serkeftiyê dilovan her ew e |
إِنَّ شَجَرَتَ الزَّقُّومِ(43) Bêguman dara ziqûmê-keratiyê |
Xwarina gunehkaran e |
كَالْمُهْلِ يَغْلِي فِي الْبُطُونِ(45) Wekî qîra kelandî ye ku di zikan de dikele |
Wekî ava kelandî |
خُذُوهُ فَاعْتِلُوهُ إِلَىٰ سَوَاءِ الْجَحِيمِ(47) (Gelî zebaniyan!) hûn wî bigrin, êdî hûn wî bi zorê biþînin nava dojehê |
ثُمَّ صُبُّوا فَوْقَ رَأْسِهِ مِنْ عَذَابِ الْحَمِيمِ(48) Paþê hûn jiezabe germ bi ser serî wî de birêjin |
ذُقْ إِنَّكَ أَنتَ الْعَزِيزُ الْكَرِيمُ(49) Tu tam ke. Lewra bêguman tu (di dilê xwe de) serdestekî birûmet bû yî |
إِنَّ هَٰذَا مَا كُنتُم بِهِ تَمْتَرُونَ(50) Bêguman evê haye tiþtê we pê xirecirê dikir |
إِنَّ الْمُتَّقِينَ فِي مَقَامٍ أَمِينٍ(51) Bêguman xweparêz jî di ciyekî biewle de ne |
Di nav bax û baxçe û kanyan de ne |
يَلْبَسُونَ مِن سُندُسٍ وَإِسْتَبْرَقٍ مُّتَقَابِلِينَ(53) Ew jihevrîþimê tenik û qalind li xwe dikin; li hember hev rûniþtî ne |
كَذَٰلِكَ وَزَوَّجْنَاهُم بِحُورٍ عِينٍ(54) Her wuha ye, û me wan bi (jinên) çav belek re daye zewicandin |
يَدْعُونَ فِيهَا بِكُلِّ فَاكِهَةٍ آمِنِينَ(55) Ew tê de biewletî ne ji her fêkiyî dixwazin |
لَا يَذُوقُونَ فِيهَا الْمَوْتَ إِلَّا الْمَوْتَةَ الْأُولَىٰ ۖ وَوَقَاهُمْ عَذَابَ الْجَحِيمِ(56) Ew tê de ji mirina pêþîn pêve tu mirinê tam nakin; û (Xuda) wan ji ezabê dojehî parastiye |
فَضْلًا مِّن رَّبِّكَ ۚ ذَٰلِكَ هُوَ الْفَوْزُ الْعَظِيمُ(57) Qencîkî ji perwerdekarê te ye. Rizgariya mezin her eva haye |
فَإِنَّمَا يَسَّرْنَاهُ بِلِسَانِكَ لَعَلَّهُمْ يَتَذَكَّرُونَ(58) Vêca bêguman me wê (Qur´anê) bi zimanê te hêsan kir, hêvî heye ku ew bifikirin-þîret bigrin |
فَارْتَقِبْ إِنَّهُم مُّرْتَقِبُونَ(59) Vêca tu li bendê be; bêguman ew jî li bendê ne |
Plus de sourates en Kurde :
Téléchargez la sourate avec la voix des récitants du Coran les plus célèbres :
Téléchargez le fichier mp3 de la sourate Ad-Dukhaan : choisissez le récitateur pour écouter et télécharger la sourate Ad-Dukhaan complète en haute qualité.















Donnez-nous une invitation valide