La sourate As-Saaffat en Kurde
Bi (feriþteyên) qor bi qor in |
Û ên hey berî (ewran) didindajon |
Û ên hey Qur´anê dixweynin |
إِنَّ إِلَٰهَكُمْ لَوَاحِدٌ(4) Bêguman Xudayê we her yek e |
رَّبُّ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَمَا بَيْنَهُمَا وَرَبُّ الْمَشَارِقِ(5) Perwerdekarê asîmana û zemîn û tiþtê di navbera wan de ye û perwedekarê rojhelatan e |
إِنَّا زَيَّنَّا السَّمَاءَ الدُّنْيَا بِزِينَةٍ الْكَوَاكِبِ(6) Bêguman me asîmanê dinê (ê herî nêz) bi ronahî û xweþikiya sitêrkan xemilandiye |
وَحِفْظًا مِّن كُلِّ شَيْطَانٍ مَّارِدٍ(7) Û ji bo parastina ji her pelîdê serkêþ |
لَّا يَسَّمَّعُونَ إِلَى الْمَلَإِ الْأَعْلَىٰ وَيُقْذَفُونَ مِن كُلِّ جَانِبٍ(8) Ku ew li civata herî jirîn gohdarî nekin û ew, ji her alî ve têne avêtin |
دُحُورًا ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ وَاصِبٌ(9) Qewrandinekî (bi gilokê agirîn); û ji wan re îþkencekî bi janê hertimî heye |
إِلَّا مَنْ خَطِفَ الْخَطْفَةَ فَأَتْبَعَهُ شِهَابٌ ثَاقِبٌ(10) Tenê ê ku bi lez tiþtekî bigre û bazde, vêca sitêekê ronak (wek gilokê agir) didin pey |
فَاسْتَفْتِهِمْ أَهُمْ أَشَدُّ خَلْقًا أَم مَّنْ خَلَقْنَا ۚ إِنَّا خَلَقْنَاهُم مِّن طِينٍ لَّازِبٍ(11) Vêca tu ji wan bipirse; gelo di pîþekarî de ew zortir in-tekûztir in yan ên aferandiye? Bêguman me wan ji herîkî zelqokî aferandiye |
بَلْ عَجِبْتَ وَيَسْخَرُونَ(12) Ne, (dev ji wan berde) tu sosreta dibînî û ew jî tinaza dikin |
وَإِذَا ذُكِّرُوا لَا يَذْكُرُونَ(13) Û gava ew têne þîret kirin-bîr xistin ew þîret nagirin-bi bîr naynin |
وَإِذَا رَأَوْا آيَةً يَسْتَسْخِرُونَ(14) Û gava ayetek (nîþanek) bibînin ew dest bi tinaza dikin |
وَقَالُوا إِنْ هَٰذَا إِلَّا سِحْرٌ مُّبِينٌ(15) Û gotin ku: "Eva han hey efsûnek xuya ye |
أَإِذَا مِتْنَا وَكُنَّا تُرَابًا وَعِظَامًا أَإِنَّا لَمَبْعُوثُونَ(16) Ma gava em bimrin û bibin ax û hestî ma qey bera emê bêne vejandin- rakirin |
أَوَآبَاؤُنَا الْأَوَّلُونَ(17) Ma qey bav û kalên me yên pêþîn jî (wê rabin) |
قُلْ نَعَمْ وَأَنتُمْ دَاخِرُونَ(18) Tu bêje: "Belê, û hûnê sitûxor bin |
فَإِنَّمَا هِيَ زَجْرَةٌ وَاحِدَةٌ فَإِذَا هُمْ يَنظُرُونَ(19) Vêca bêguman ew (rabûn) tenê yek qêrînek e; vêca ewê pêre pêre rabin û binêrin |
وَقَالُوا يَا وَيْلَنَا هَٰذَا يَوْمُ الدِّينِ(20) Û wê bêjin ku: "Hey xulî li me be! roja xelat û celatê eva haye |
هَٰذَا يَوْمُ الْفَصْلِ الَّذِي كُنتُم بِهِ تُكَذِّبُونَ(21) Roja veqetandinê ku we wê diderewand eva haye |
۞ احْشُرُوا الَّذِينَ ظَلَمُوا وَأَزْوَاجَهُمْ وَمَا كَانُوا يَعْبُدُونَ(22) Hûn ewên sitemkar tevî jinên wan û tiþtê dihebandin bicivînin |
مِن دُونِ اللَّهِ فَاهْدُوهُمْ إِلَىٰ صِرَاطِ الْجَحِيمِ(23) Wan bêyî Xuda (pûta û pelîd diheband); vêca hûn rêye dojehê nîþa wan bidin |
وَقِفُوهُمْ ۖ إِنَّهُم مَّسْئُولُونَ(24) Û hûn wan bisekinînin. Bêguman ewê bêne pirsyarî kirin |
مَا لَكُمْ لَا تَنَاصَرُونَ(25) Ma çima´ hûn alîkariya hevûdin nakin |
بَلْ هُمُ الْيَوْمَ مُسْتَسْلِمُونَ(26) Ne, ew îro sitûxor in |
وَأَقْبَلَ بَعْضُهُمْ عَلَىٰ بَعْضٍ يَتَسَاءَلُونَ(27) Hin ji wan li hina defitilin ji hev dipirsin |
قَالُوا إِنَّكُمْ كُنتُمْ تَأْتُونَنَا عَنِ الْيَمِينِ(28) Gotin: "Bêguman hûn hey ji rast ve dihatine me |
قَالُوا بَل لَّمْ تَكُونُوا مُؤْمِنِينَ(29) (Pêþwayan) got ku: "Ne, ji xwe hûn nebûn bawermend |
وَمَا كَانَ لَنَا عَلَيْكُم مِّن سُلْطَانٍ ۖ بَلْ كُنتُمْ قَوْمًا طَاغِينَ(30) Tu zora me li ser we nebû; ji xwe hûn bûn komelek serkêþ |
فَحَقَّ عَلَيْنَا قَوْلُ رَبِّنَا ۖ إِنَّا لَذَائِقُونَ(31) Vêca gotina perwerdekarê me li ser me pêwiat e. Bêguman emê her tam bikin |
فَأَغْوَيْنَاكُمْ إِنَّا كُنَّا غَاوِينَ(32) Vêca me we ji rê derxist; bêguman em bi xwe jî jirêderketî bûn |
فَإِنَّهُمْ يَوْمَئِذٍ فِي الْعَذَابِ مُشْتَرِكُونَ(33) Vêca bêguman ew wê rojê di ezab de hempar in |
إِنَّا كَذَٰلِكَ نَفْعَلُ بِالْمُجْرِمِينَ(34) Bêguman em bi sûcdarên gunehkar her wuha dikin |
إِنَّهُمْ كَانُوا إِذَا قِيلَ لَهُمْ لَا إِلَٰهَ إِلَّا اللَّهُ يَسْتَكْبِرُونَ(35) Bêguman ew, gava ji wan re dihate gotin ku: "Ji Xuda pêve tu Xuda nînin" wan quretiya dikir |
وَيَقُولُونَ أَئِنَّا لَتَارِكُو آلِهَتِنَا لِشَاعِرٍ مَّجْنُونٍ(36) Û digotin ku: "Ma qey bera emê ji bo þairekî dîn dev ji Xudayên xwe berdin |
بَلْ جَاءَ بِالْحَقِّ وَصَدَّقَ الْمُرْسَلِينَ(37) Ne, ew bi rastiyê hat û pêxemberan jî rast gotiye |
إِنَّكُمْ لَذَائِقُو الْعَذَابِ الْأَلِيمِ(38) Bêguman hûnê ji ezabê bi jan tam kin |
وَمَا تُجْزَوْنَ إِلَّا مَا كُنتُمْ تَعْمَلُونَ(39) Û hûn, ji tiþtê we kiriye pêve nayên celat kirin |
إِلَّا عِبَادَ اللَّهِ الْمُخْلَصِينَ(40) Bendeyên Xuda yên dilpak ne tê de |
أُولَٰئِكَ لَهُمْ رِزْقٌ مَّعْلُومٌ(41) Ewên han ji wan re rozîkî xuya heye |
فَوَاكِهُ ۖ وَهُم مُّكْرَمُونَ(42) G_ellek fêkî jî û ew bi xweþî têne mazûrvanî kirin |
Di bihiþtê xweþiyan de ne |
عَلَىٰ سُرُرٍ مُّتَقَابِلِينَ(44) Li hember hev li ser texta rûniþtî ne |
يُطَافُ عَلَيْهِم بِكَأْسٍ مِّن مَّعِينٍ(45) Bi tasê ji meya pak tije li ser wan tê gerandin |
بَيْضَاءَ لَذَّةٍ لِّلشَّارِبِينَ(46) Ji ên vedixwin re çîlsipî meyxoþ e |
لَا فِيهَا غَوْلٌ وَلَا هُمْ عَنْهَا يُنزَفُونَ(47) Ne tê de serxweþî û zikêþî heye û ne jî ew jê ji xwe diçin |
وَعِندَهُمْ قَاصِرَاتُ الطَّرْفِ عِينٌ(48) Li cem wan hin jinên çav rindê çav mezin hene ku hey li wan dinêrin |
كَأَنَّهُنَّ بَيْضٌ مَّكْنُونٌ(49) Ew herwekî hêkê sipî parastî ne |
فَأَقْبَلَ بَعْضُهُمْ عَلَىٰ بَعْضٍ يَتَسَاءَلُونَ(50) Vêca hin ji wan hina difetilin ji hev dipirsin |
قَالَ قَائِلٌ مِّنْهُمْ إِنِّي كَانَ لِي قَرِينٌ(51) Yekî ji wan got ku: "Bêguman hevalekî min hebû |
يَقُولُ أَإِنَّكَ لَمِنَ الْمُصَدِّقِينَ(52) Digot ku: "Ma qey tu ji ewên rasdidêrin-bawerî tînin î |
أَإِذَا مِتْنَا وَكُنَّا تُرَابًا وَعِظَامًا أَإِنَّا لَمَدِينُونَ(53) Ma qey gava em bimrin û bibin ax û hestî ma bera emê bêne celat kirinê |
قَالَ هَلْ أَنتُم مُّطَّلِعُونَ(54) Got: "Ma gelo haya we (ji wî hevalê min) heye |
فَاطَّلَعَ فَرَآهُ فِي سَوَاءِ الْجَحِيمِ(55) Vêca bi ser (hevalê xwe) vebû; êdî wî da nava dojehê de dît |
قَالَ تَاللَّهِ إِن كِدتَّ لَتُرْدِينِ(56) Gotê: "Ez bi Xuda kim hin mabû ku te min têk bibrana |
وَلَوْلَا نِعْمَةُ رَبِّي لَكُنتُ مِنَ الْمُحْضَرِينَ(57) Eger ne ji qenciya perwerdekarê min bûna, ezê jî bi te re li wur bûma |
أَفَمَا نَحْنُ بِمَيِّتِينَ(58) Vêca ma emê nemirana newsa |
إِلَّا مَوْتَتَنَا الْأُولَىٰ وَمَا نَحْنُ بِمُعَذَّبِينَ(59) Ji mirina xwe ya pêþîn pêve û em nayên ezab dayîn jî |
إِنَّ هَٰذَا لَهُوَ الْفَوْزُ الْعَظِيمُ(60) Bêguman rizgariya herî mezin her eva haye |
لِمِثْلِ هَٰذَا فَلْيَعْمَلِ الْعَامِلُونَ(61) Vêca xebatkar ji (xweþîyê) wekî vî re bira bixebitin |
أَذَٰلِكَ خَيْرٌ نُّزُلًا أَمْ شَجَرَةُ الزَّقُّومِ(62) Ma ev ciyê xweþ çêtir e yan dara ziqûmê |
إِنَّا جَعَلْنَاهَا فِتْنَةً لِّلظَّالِمِينَ(63) Bêguman me wê (darê) ji sitemkaran re kiriye sihetî û teþqele |
إِنَّهَا شَجَرَةٌ تَخْرُجُ فِي أَصْلِ الْجَحِيمِ(64) Bêguman ew darek e ku ji kurahiya dojehê dertê |
طَلْعُهَا كَأَنَّهُ رُءُوسُ الشَّيَاطِينِ(65) Fêkiyê wê herwekî serê pelîdan e |
فَإِنَّهُمْ لَآكِلُونَ مِنْهَا فَمَالِئُونَ مِنْهَا الْبُطُونَ(66) Vêca bêguman wê ew jê bixwin û wê zika jê tije bikin |
ثُمَّ إِنَّ لَهُمْ عَلَيْهَا لَشَوْبًا مِّنْ حَمِيمٍ(67) Paþê bi rastî ji wan re di ser de jî vexwarinek tevlîhev ji ava kel heye |
ثُمَّ إِنَّ مَرْجِعَهُمْ لَإِلَى الْجَحِيمِ(68) Paþê bêguman vegergeha wan bal dojeha har ve ye |
إِنَّهُمْ أَلْفَوْا آبَاءَهُمْ ضَالِّينَ(69) Bêguman wan, bav û kalên xwe yên jirêderketî jî dît |
فَهُمْ عَلَىٰ آثَارِهِمْ يُهْرَعُونَ(70) Vêca ew li ser rê û rêça wan dibezin |
وَلَقَدْ ضَلَّ قَبْلَهُمْ أَكْثَرُ الْأَوَّلِينَ(71) Sond be, berî wan pirrî pêþiyan jî rê þaþ kiribûn |
وَلَقَدْ أَرْسَلْنَا فِيهِم مُّنذِرِينَ(72) Sond be me gellek (pêxemberên) hiþyarker di nava wan de þandibû |
فَانظُرْ كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُنذَرِينَ(73) Vêca tu binêre ka paþiya ên hatin hiþyar kirin çewa bû |
إِلَّا عِبَادَ اللَّهِ الْمُخْلَصِينَ(74) Bendeyên Xuda yên dilpak ne tê de |
وَلَقَدْ نَادَانَا نُوحٌ فَلَنِعْمَ الْمُجِيبُونَ(75) Sond be, Nûh gazî me kir; vêca ên bersiv dan çi rind bûn |
وَنَجَّيْنَاهُ وَأَهْلَهُ مِنَ الْكَرْبِ الْعَظِيمِ(76) Me wî û malbata wî ji wê kovana zor mezin xelas kir |
وَجَعَلْنَا ذُرِّيَّتَهُ هُمُ الْبَاقِينَ(77) Û me ên mayîn her azbata wî hiþt |
وَتَرَكْنَا عَلَيْهِ فِي الْآخِرِينَ(78) Û me navê wî di nav ên ji pare de tên hiþt |
سَلَامٌ عَلَىٰ نُوحٍ فِي الْعَالَمِينَ(79) Di nav hemû aleman de silav li ser Nûh be |
إِنَّا كَذَٰلِكَ نَجْزِي الْمُحْسِنِينَ(80) Bêguman em, qencîkaran wuha xelat dikin |
إِنَّهُ مِنْ عِبَادِنَا الْمُؤْمِنِينَ(81) Bêguman ew, ji bendeyên me yên bawermend e |
ثُمَّ أَغْرَقْنَا الْآخَرِينَ(82) Paþê mê ên din tev fetisand |
۞ وَإِنَّ مِن شِيعَتِهِ لَإِبْرَاهِيمَ(83) Û bêguman Îbrahîm jî ji hemkîþê wî ye |
إِذْ جَاءَ رَبَّهُ بِقَلْبٍ سَلِيمٍ(84) Dema bi dilekî pak hate perwerdekarê xwe |
إِذْ قَالَ لِأَبِيهِ وَقَوْمِهِ مَاذَا تَعْبُدُونَ(85) Dema ji bavê xwe û gelê xwe re got ku: "Ma hûn çi dihebînin |
أَئِفْكًا آلِهَةً دُونَ اللَّهِ تُرِيدُونَ(86) Ma hûn bêyî Xuda bi derew hin Xudayên din dixwazin |
فَمَا ظَنُّكُم بِرَبِّ الْعَالَمِينَ(87) Vêca ma gumana we bi perwerdekarê hemû aleman çiye?" (hûn guman dikin wê çi bi we bike) |
فَنَظَرَ نَظْرَةً فِي النُّجُومِ(88) Vêca bi nêrînek li sitêrka mêzand |
Vêca got ku: "Bêguman ez nexweþ im |
فَتَوَلَّوْا عَنْهُ مُدْبِرِينَ(90) Vêca wan piþt danê çûn |
فَرَاغَ إِلَىٰ آلِهَتِهِمْ فَقَالَ أَلَا تَأْكُلُونَ(91) Êdî ewî berê xwe bal Xudayên (pûtên) wan ve kir vêca got: "Ma hûn çima naxwin |
Ma çi bûye ji we hûn nepeyivin |
فَرَاغَ عَلَيْهِمْ ضَرْبًا بِالْيَمِينِ(93) Vêca berê xwe da wan bi destê raste li wan da |
فَأَقْبَلُوا إِلَيْهِ يَزِفُّونَ(94) Vêca wan berê xwe danê bilez berpê hatin |
قَالَ أَتَعْبُدُونَ مَا تَنْحِتُونَ(95) Got: "Ma hûn tiþtê we (bi destê xwe) hekandiye dihebînin |
وَاللَّهُ خَلَقَكُمْ وَمَا تَعْمَلُونَ(96) Xuda we û tiþtê hûn çêdikin tev aferandiye |
قَالُوا ابْنُوا لَهُ بُنْيَانًا فَأَلْقُوهُ فِي الْجَحِيمِ(97) Gotin: "Hûn jê re avahiyek lêkin, vêca hûn wî bavêjin dojeha agir |
فَأَرَادُوا بِهِ كَيْدًا فَجَعَلْنَاهُمُ الْأَسْفَلِينَ(98) Vêca wan xwest ku pê xerabî bikin, êdî me wan kir ên herî jêrîn |
وَقَالَ إِنِّي ذَاهِبٌ إِلَىٰ رَبِّي سَيَهْدِينِ(99) (Îbrahîm) got ku: "Bêguman ez diçim bal perwerdekarê xwe, wê ew rêya rast nîþa min bide |
رَبِّ هَبْ لِي مِنَ الصَّالِحِينَ(100) Perwerdekarê min! tu (zarûkî) ji qencan bi min baxþîne |
فَبَشَّرْنَاهُ بِغُلَامٍ حَلِيمٍ(101) Vêca me mizgîna zarûkî sernerm dayê |
Vêca çi gava (ew zarûk) pê re gihîþte çaxa ger û xebatê, gotê: "Kurê min! bi rastî min di xewê de dît ku min te serjê dikir; vêca binêre ka tu çi dibînî?" Got: "Bavo can! tiþtê tu têyî ferman kirin bike. Xuda hiz ke tu yê min ji bîhnfirehan bibînî |
فَلَمَّا أَسْلَمَا وَتَلَّهُ لِلْجَبِينِ(103) Vêca çi gava herdûyan jî serî (ji Xuda re) danîn û wî li ser kêleka rastê serê wî danî erdê |
وَنَادَيْنَاهُ أَن يَا إِبْرَاهِيمُ(104) Me gazî kirê: Îbrahîm |
قَدْ صَدَّقْتَ الرُّؤْيَا ۚ إِنَّا كَذَٰلِكَ نَجْزِي الْمُحْسِنِينَ(105) Bêguman te xewnê rast dêrand. Bêguman em qencîkaran wuha perû dikin |
إِنَّ هَٰذَا لَهُوَ الْبَلَاءُ الْمُبِينُ(106) Bêguman sihêtiya aþîkar her eva han e |
وَفَدَيْنَاهُ بِذِبْحٍ عَظِيمٍ(107) Û me di bergîdanê de goriyeke mezin dayê |
وَتَرَكْنَا عَلَيْهِ فِي الْآخِرِينَ(108) Û me navekî xweþ jê re di nav ên paþîn de hiþt |
سَلَامٌ عَلَىٰ إِبْرَاهِيمَ(109) Silav li Îbrahîm be |
كَذَٰلِكَ نَجْزِي الْمُحْسِنِينَ(110) Em qencîkaran wuha xelat dikin |
إِنَّهُ مِنْ عِبَادِنَا الْمُؤْمِنِينَ(111) Bêguman ew ji bendeyên me yên qenc e |
وَبَشَّرْنَاهُ بِإِسْحَاقَ نَبِيًّا مِّنَ الصَّالِحِينَ(112) Û me mizgîna Îshaq ku pêxemberek ji qencan e dayê |
Û me rozîkî fireh da wî û Îshaq; ji azbata wî qencîkar û ê aþkera li xwe sitemkar jî hene |
وَلَقَدْ مَنَنَّا عَلَىٰ مُوسَىٰ وَهَارُونَ(114) Sond be me li Mûsa û Harûn jî qencî kir |
وَنَجَّيْنَاهُمَا وَقَوْمَهُمَا مِنَ الْكَرْبِ الْعَظِيمِ(115) Û me wan û gelê wan ji renceke mezin xelas kir |
وَنَصَرْنَاهُمْ فَكَانُوا هُمُ الْغَالِبِينَ(116) Û me yariya wan kir; vêca ên serkeftî her bûn ew |
وَآتَيْنَاهُمَا الْكِتَابَ الْمُسْتَبِينَ(117) Û me kitêbek pirr xuyaker da wan |
وَهَدَيْنَاهُمَا الصِّرَاطَ الْمُسْتَقِيمَ(118) Û me rêya rastîn nîþanî wan da |
وَتَرَكْنَا عَلَيْهِمَا فِي الْآخِرِينَ(119) Û me navekî xweþ ji wan re di nav ên paþîn de hiþt |
سَلَامٌ عَلَىٰ مُوسَىٰ وَهَارُونَ(120) Silav li Mûsa û Harûn be |
إِنَّا كَذَٰلِكَ نَجْزِي الْمُحْسِنِينَ(121) Bêguman em qencîkaran wuha xelat dikin |
إِنَّهُمَا مِنْ عِبَادِنَا الْمُؤْمِنِينَ(122) Bêguman ew herdû jî ji bendeyên me yên bawermend in |
وَإِنَّ إِلْيَاسَ لَمِنَ الْمُرْسَلِينَ(123) Û bêguman Îlyas jî ji pêxemberan e |
إِذْ قَالَ لِقَوْمِهِ أَلَا تَتَّقُونَ(124) (Di bîr bîne) dema ji gelê xwe re got ku: "Ma hûn xwe naparêzin- natirsin |
أَتَدْعُونَ بَعْلًا وَتَذَرُونَ أَحْسَنَ الْخَالِقِينَ(125) Ma hûn gazî pûta dikin-dihebînin û hûn dev ji rindtirîne aferendekaran berdidin |
اللَّهَ رَبَّكُمْ وَرَبَّ آبَائِكُمُ الْأَوَّلِينَ(126) Xuda perwerdekarê we û perwerdekarê bav û kalên we yên pêþîn e |
فَكَذَّبُوهُ فَإِنَّهُمْ لَمُحْضَرُونَ(127) Vêca wan wî derewand; êdî bêguman ewê bêne amade kirinê |
إِلَّا عِبَادَ اللَّهِ الْمُخْلَصِينَ(128) Bendeyên Xuda yên dilpak ne tê de |
وَتَرَكْنَا عَلَيْهِ فِي الْآخِرِينَ(129) Me navekî xweþ jê re di nav paþîniyan de hiþt |
سَلَامٌ عَلَىٰ إِلْ يَاسِينَ(130) Silav li Îlyas be |
إِنَّا كَذَٰلِكَ نَجْزِي الْمُحْسِنِينَ(131) Bêguman em qencîkaran wuha xelat dikin |
إِنَّهُ مِنْ عِبَادِنَا الْمُؤْمِنِينَ(132) Bêguman ew ji bendeyên me yên bawermend e |
وَإِنَّ لُوطًا لَّمِنَ الْمُرْسَلِينَ(133) Û bêguman Lþt jî ji pêxemberan e |
إِذْ نَجَّيْنَاهُ وَأَهْلَهُ أَجْمَعِينَ(134) (Di bîr bîne) dema me wî û malbata wî tev xelas kir |
إِلَّا عَجُوزًا فِي الْغَابِرِينَ(135) Ji pêþirê pîrenjinekî ku di nav ên mayî de ma |
ثُمَّ دَمَّرْنَا الْآخَرِينَ(136) Paþî me ên din serûbin kir |
وَإِنَّكُمْ لَتَمُرُّونَ عَلَيْهِم مُّصْبِحِينَ(137) Û bêguman hûn sibeha hey di ser wan re diçûn û tên |
وَبِاللَّيْلِ ۗ أَفَلَا تَعْقِلُونَ(138) Û bi þev jî, ma hûn hêjî hiþ tê nabin-xwe ranagirin |
وَإِنَّ يُونُسَ لَمِنَ الْمُرْسَلِينَ(139) Û bêguman Yûnis jî ji pêxemberan e |
إِذْ أَبَقَ إِلَى الْفُلْكِ الْمَشْحُونِ(140) (Di bîr bîne) dema (ji gelê xwe) dûr bû-reviya çû bal keþtîkî tije ve |
فَسَاهَمَ فَكَانَ مِنَ الْمُدْحَضِينَ(141) Vêca peþk kirin; êdî ew bû ji ên sitûxor (peþk li wî ket ku ew ji keþtiyê bê avêtin) |
فَالْتَقَمَهُ الْحُوتُ وَهُوَ مُلِيمٌ(142) Vêca masîkî mezin wî daqurtand û ewî loma li xwe dikirgunehkar bû |
فَلَوْلَا أَنَّهُ كَانَ مِنَ الْمُسَبِّحِينَ(143) Vêca eger bi rastî ew nebûya ji limêjkaran |
لَلَبِثَ فِي بَطْنِهِ إِلَىٰ يَوْمِ يُبْعَثُونَ(144) Ewê di zikê wî (masiyî) de heya roja rabûnê bimana |
۞ فَنَبَذْنَاهُ بِالْعَرَاءِ وَهُوَ سَقِيمٌ(145) Vêca me wî avête zemînek rût, tevî ew nexweþ bû jî |
وَأَنبَتْنَا عَلَيْهِ شَجَرَةً مِّن يَقْطِينٍ(146) Û me darekî ji kundira li serê hêþîn kir |
وَأَرْسَلْنَاهُ إِلَىٰ مِائَةِ أَلْفٍ أَوْ يَزِيدُونَ(147) Û me wî þandibû bal sed hezar (mirov) yan hê pirrtir |
فَآمَنُوا فَمَتَّعْنَاهُمْ إِلَىٰ حِينٍ(148) Vêca wan bawerî anî, êdî me wan heya demekî bi xweþî jiyand |
فَاسْتَفْتِهِمْ أَلِرَبِّكَ الْبَنَاتُ وَلَهُمُ الْبَنُونَ(149) Vêca tu ji wan bipirse ma ji perwerdekarê te re keç û ji wan re jî kur hene |
أَمْ خَلَقْنَا الْمَلَائِكَةَ إِنَاثًا وَهُمْ شَاهِدُونَ(150) Ma qey me feriþteyan mê aferandiye û ew jî hazir û danas bûn |
أَلَا إِنَّهُم مِّنْ إِفْكِهِمْ لَيَقُولُونَ(151) Hay jê bin! bêguman ew ji derewa xwe dibêjin |
وَلَدَ اللَّهُ وَإِنَّهُمْ لَكَاذِبُونَ(152) Xuda zarû çêkiriye:" Bêguman ew pirr derewkar in |
أَصْطَفَى الْبَنَاتِ عَلَى الْبَنِينَ(153) Ma wî keça di ser kura re girtiye |
مَا لَكُمْ كَيْفَ تَحْكُمُونَ(154) Ma çi bûye ji we?, hûn çewa hukim dikin |
أَفَلَا تَذَكَّرُونَ(155) Ma hêjî hûn nafikirin |
أَمْ لَكُمْ سُلْطَانٌ مُّبِينٌ(156) Yan ji we re delîlek zexmî xuya heye |
فَأْتُوا بِكِتَابِكُمْ إِن كُنتُمْ صَادِقِينَ(157) Vêca eger hûn bera rastgo ne ka kitêba xwe bînin |
Û di navbera wî û cinna de jî nasebek çêkirine. Sond be cinn baþ dizanin ku wê ew bêne amade kirin |
سُبْحَانَ اللَّهِ عَمَّا يَصِفُونَ(159) Xuda ji tiþtê ew salix didin pak bêrî ye |
إِلَّا عِبَادَ اللَّهِ الْمُخْلَصِينَ(160) Ji pêþtirê bendeyên Xuda yên dilpak |
فَإِنَّكُمْ وَمَا تَعْبُدُونَ(161) Vêca bêguman hûn û tiþtê hûn dihebînin |
مَا أَنتُمْ عَلَيْهِ بِفَاتِنِينَ(162) Hûn qet (kesî) nikarin li serê ji rê derînin |
إِلَّا مَنْ هُوَ صَالِ الْجَحِيمِ(163) Ji pêþtirê kesê ku wê têkeve dojehê |
وَمَا مِنَّا إِلَّا لَهُ مَقَامٌ مَّعْلُومٌ(164) (Feriþteyan got ku:) "Ji her yekî ji me re payekî diyar heye |
وَإِنَّا لَنَحْنُ الصَّافُّونَ(165) Û bêguman em hey qor bi qor in |
وَإِنَّا لَنَحْنُ الْمُسَبِّحُونَ(166) Û bêguman em hey li mêjkar in |
وَإِن كَانُوا لَيَقُولُونَ(167) Her çend wan hey digot ku |
لَوْ أَنَّ عِندَنَا ذِكْرًا مِّنَ الْأَوَّلِينَ(168) Eger bi rastî kitêbek ji pêþiyan li cem me hebûna |
لَكُنَّا عِبَادَ اللَّهِ الْمُخْلَصِينَ(169) Emê bibûna ji bendeyên Xuda yên dilpak |
فَكَفَرُوا بِهِ ۖ فَسَوْفَ يَعْلَمُونَ(170) Vêca ew pê kafir bûn, êdî wê paþê bizanbin |
وَلَقَدْ سَبَقَتْ كَلِمَتُنَا لِعِبَادِنَا الْمُرْسَلِينَ(171) Sond be peyva me ji bendeyên me yên pêxember re derbas bûye ku |
إِنَّهُمْ لَهُمُ الْمَنصُورُونَ(172) Bêguman ên wê bêne yarî kirin her ew in |
وَإِنَّ جُندَنَا لَهُمُ الْغَالِبُونَ(173) Û bêguman ên serkeftî her leþkjarên me ne |
فَتَوَلَّ عَنْهُمْ حَتَّىٰ حِينٍ(174) Vêca tu heya demekê rû ji wan bizivrîne |
وَأَبْصِرْهُمْ فَسَوْفَ يُبْصِرُونَ(175) Û tu li wan binêre; vêca ewê paþê bibînin |
أَفَبِعَذَابِنَا يَسْتَعْجِلُونَ(176) Vêca ma ew bi ezabê me dilezînin |
فَإِذَا نَزَلَ بِسَاحَتِهِمْ فَسَاءَ صَبَاحُ الْمُنذَرِينَ(177) Vêca gava ew (ezab) li hêla wan daket, vêca sibeha ên hatine hiþyarkirin tirsandin wê çiqas nexweþ be |
وَتَوَلَّ عَنْهُمْ حَتَّىٰ حِينٍ(178) Tu heya demekê rû ji wan bizivrîne |
وَأَبْصِرْ فَسَوْفَ يُبْصِرُونَ(179) Û tu bibîne vêca ewê jî paþê bibînin |
سُبْحَانَ رَبِّكَ رَبِّ الْعِزَّةِ عَمَّا يَصِفُونَ(180) Perwerdekarê te ku perwerdekarê serkeftinêy e ji tiþtê ew salix didin pak bêrî ye |
وَسَلَامٌ عَلَى الْمُرْسَلِينَ(181) Û silav li ser pêxemberan be |
وَالْحَمْدُ لِلَّهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ(182) Û pesn û sipas ji Xudayê perwerdekarê hemû cîhanan re ye |
Plus de sourates en Kurde :
Téléchargez la sourate avec la voix des récitants du Coran les plus célèbres :
Téléchargez le fichier mp3 de la sourate As-Saaffat : choisissez le récitateur pour écouter et télécharger la sourate As-Saaffat complète en haute qualité.















Donnez-nous une invitation valide